Dema weşanê: Rêbendan 22, 2020, 7:10
Nivîskar: Xêro Nisêbînî
Dîtin: 3672
Silav mêvanên malpera min. Di vê gotara xwede ezê gavên avakirina kandanapp sîstema chat liser centos versîyona 6x parvebikim.
Malpera fermî ya Kandan chat http://getkandan.com di vê malperêde berfirehîya derbara kandan hûn dikarin bibînin.
Berya demekê min xwestibû kandan liser server eke xwe avabikim min hinek zehmetî kişandibû û hinek astengî derketibûn piçekî dûv dirêj bû jiber vê yekê minjî scriptek shell nivîji da ku rehetî kandan chat werê avakirin. Bawerim hûn zehmetî nakşînin bi rêka ez pêşkeşî webikim.
Berîya hûn destpê bikin liser server a xwe ya centos 6 qontrol bikin ku “git” barkirîye an ne barkirîye paşê hûn dikarin derbasî avakirina kandan chat bibin.
Nîşe: Jibîr mekin divîya Mysql/MariaDB liser server a we ne avakirîbe jiber ku avakirina mysql-server jixwe di scriptê de heye.
yum -y install git
Dema git barkirîbe jixwe yum wê jiwere bibeje.
git clone https://github.com/xeredin/kandan-install.git kandan-install
Piştî clon kirinê fermanên jêr yek bi yek pêk bînin.
cd kandan-install
chmod +x kandan-install.sh
./kandan-install.sh
Dema avakirîn qedîya wê nivîsek “” xwûya bibe.
Hemî evbû hêvî dikim ku ev script a shell ya min nivîsîye ji were bûbe çareser.
Sipas.